Dinya

Ji ber êrîşên Îsraîlê di 24 saetên dawîn da li Xeta Xezeyê 136 kes hatin kuştin

Artêşa Îsraîlê di 24 saetên dawîn da 160 êrîşên asîmanî birin ser Xeta Xezeyê

Ekrem Biçeroğlu  | 19.05.2025 - Rojanekırın : 20.05.2025
Ji ber êrîşên Îsraîlê di 24 saetên dawîn da li Xeta Xezeyê 136 kes hatin kuştin

Istanbul

Hejmara kesên ku ji 7ê Cotmeha 2023yan û vir va di êrîşên artêşa Îsraîlê yên li dijî Xeta Xezeyê da hatin kuştin, derket 53 hezar û 475an.

Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê der barê kesên ku di êrîşên artêşa Îsraîlê yên li ser Xezeyê da hatine kuştin û birîndar bûne da agahiyên nû parve kirin.

Hat daxuyandin ku di nav 24 saetan da 136 kuştî û 364 birîndar rakirine nexweşxaneyên li Xezeyê.

Artêşa Îsraîlê di 18ê Adarê da agirbesta ku di 19ê Çileya Paşîn da çêbûbû, binpê kir û dîsa dest bi êrîşan kir. Hat destnîşankirin ku ji 18ê Adarê vir va hejmara Filistîniyên ku hatine kuştin, derket 3 hezar û 131an, hejmara kesên ku birîndar bûne jî derket 8 hezar û 632an.

Hat ragihandin ku li Xeta Xezeyê ji 7ê Cotmeha 2023yan û vir va hejmara kesên ku di êrîşên Îsraîlê da hatin kuştin derket 53 hezar û 475an, ya birîndaran jî bû 121 hezar û 398.

Tê gotin ku li Xeta Xezeyê hê bi hezaran kuştî di binê kavilan da ne.

- Artêşa Îsraîlê di 24 saetên dawîn da 160 êrîşên asîmanî birin ser Xeta Xezeyê

Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan di 24 saetên dawîn da 160 êrîşên asîmanî birin ser Xeta Xezeyê.

Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê da hat diyarkirin ku li dijî Xezeyê êrîşên asîmanî bê navber didomin.

Hat destnîşankirin, bi rêberiya artêş û teşkîlata Şîn-Betê ya îstixbarata navxweyî va di çarçoveya plana dagiriya mayînde ya bi navê "Erebeyên Şer ên Gideon" da êrîş tên kirin.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku di 24 saetên dawîn da li dijî Xeta Xezeyê 160 êrîşên asîmanî hatin kirin û hat îdiakirin ku di êrîşên navborî da binesazî û çekên Hemasê bûn armanc.

Ji 18ê Adarê û vir va ji ber êrîşên artêşa Îsraîlê yên piştî têkbirina agirbesta 19ê Rêbendanê, 3 hezar û 193 Filistînî hatin kuştin û 8 hezar û 993 Filistînî jî birîndar bûn.

Ji ber êrîşên artêşa Îsraîlê yên ku ji 7ê Cotmeha 2023yan û vir va li dijî Xeta Xezeyê didomin jî hejmara kesên hatin kuştin derket 53 hezar û 339an û ya birîndaran da jî derket 121 hezar û 34an.

Artêşa Îsraîlê ragihandibû ku wan êrîşa bejayî ya bi navê "Erebeyên Şer ên Gideon" ya ku dê Xezeyê bi awayekî mayînde dagîr bike, da destpêkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın