Ji ber êrîşên artêşa Îsraîlê di 24 saetên dawîn da 52 Filistînî hatin kuştin

Istanbul
Ji ber êrîşên artêşa Îsraîlê ku ji 7ê Cotmeha 2023yan vir va dijî Xeta Xezeyê diddomin, di 24 saetên dawîn da 52 kes hatin kuştin û hejmara kuştiyan derket 57 hear û 575an.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê da hat diyarkirin ku êrîşên Îsraîlê dijî Xeta Xezeyê didomin.
Hat diyarkirin ku ji ber êrîşan di 24 saetên dawîn da 52 kes hatin kuştin.
Li gor agahiyan ji kuştiyan 74 kes kesên li benda alîkariyê bûn.
Hejmara kesên ku heya niha hatine kuştin derket 57 hear û 575an.