Dinya

Ji ber êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê hejmara kuştiyan derket 58 hezar û 573yan

Safiye Karabacak  | 16.07.2025 - Rojanekırın : 17.07.2025
Ji ber êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê hejmara kuştiyan derket 58 hezar û 573yan

Istanbul

 Di êrîşên ku artêşa Îsraîlê ji 7ê Cotmeha 2023yan vir va birin ser Xeta Xezeyê da jimara kuştiyan di 24 saetên dawîn da 94 kes zêde bûn û derket 58 hezar û 573yan.

Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê daxuyaniya nivîskî da û der barê êrîşên Îsraîlê yên ku li Xezeyê dewam dikin da agahiyên dawîn ên kuştî û birîndaran dan.

Ji ber êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê di 24 saetên dawîn da 94 Filistînî hatin kuştin û 252 kes jî birîndar bûn.

Ji 18ê Adarê vir va ku artêşa Îsraîlê agirbest betal kir û li dijî Xezeyê êrîş cardin dan destpêkirin, jimara kuştiyan derket 7 hezar û 750yî, jimara birîndaran jî derket 27 hezar û 566an.

Di êrîşên ku Îsraîlê ji 7ê Cotmeha 2023yan vir va birin ser Xeta Xezeyê da jimara kuştiyan jî derket 58 hezar û 573yan, jimara birîndaran jî derket 139 hezar û 607an.

Tê gotin ku hê bi hezaran cinaze di bin kavilan da ne.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın