Dinya

Ji ber êrîşên Îsraîlê li Xezeyê hejmara kuştiyan derket 70 hezar û 100î

Ali Semerci  | 29.11.2025 - Rojanekırın : 30.11.2025
Ji ber êrîşên Îsraîlê li Xezeyê hejmara kuştiyan derket 70 hezar û 100î Doaa Albaz

Istanbul

 Di êrîşên artêşa Îsraîlê yên dijî Xeta Xezeyê da hejmara kuştiyan di 48 saetan da 2 kes zêde bû û derket 70 hezar û 100î.

Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê di daxuyaniya nivîskî da daneyên dawî yên der barê kuştî û birîndarên ji ber êrîşên Îsraîlê çêbûne û cinazeyên ku ji binê kavilan hatine derxistin da parve kir.

Hat gotin di nava 48 saetan da cinazeyê kesek ji binê kavilan hatiye derxistin û bi tevahî cinazeyên 2 Filistîniyan anîne nexweşxaneyan.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku di êrîşên piştî agirbestê û heta niha da 354 kes hatin kuştin, 906 kes birîndar bûn û cinazeyên 606 kesan jî ji binê kavilan hatin derxistin.

Hat daxuyandin hejmara kesên ku di êrîşên Îsraîlê yên ji Cotmeha 2023yan û vir va li Xeta Xezeyê dike da hatin kuştin derket 70 hezar û 100î û ya birîndaran jî bû 170 hezar û 983.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın