Ji ber êrîşên Îsraîlê di 24 saetên dawîn da li Xeta Xezeyê 153 kes hatin kuştin
Istanbul
Hejmara kesên ku ji 7ê Cotmeha 2023yan û vir va di êrîşên artêşa Îsraîlê yên li dijî Xeta Xezeyê da hatin kuştin, derket 53 hezar û 272an.
Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê der barê kesên ku di êrîşên artêşa Îsraîlê yên li ser Xezeyê da hatine kuştin û birîndar bûne da agahiyên nû parve kirin.
Hat daxuyandin ku di nav 24 saetan da 153 kuştî û 459 birîndar rakirine nexweşxaneyên li Xezeyê.
Artêşa Îsraîlê di 18ê Adarê da agirbesta ku di 19ê Çileya Paşîn da çêbûbû, binpê kir û dîsa dest bi êrîşan kir. Hat destnîşankirin ku ji 18ê Adarê vir va hejmara Filistîniyên ku hatine kuştin, derket 3 hezar û 131an, hejmara kesên ku birîndar bûne jî derket 8 hezar û 632an.
Hat daxuyandin ku li Xeta Xezeyê ji 7ê Cotmeha 2023yan û vir va hejmara kesên ku di êrîşên Îsraîlê da hatin kuştin derket 53 hezar û 272an, ya birîndaran jî bû 120 hezar û 673.
Tê gotin ku li Xeta Xezeyê hê bi hezaran kuştî di binê kavilan da ne.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
