Dinya

Ji Artêşa Mihefizên Şoreşa Îranê û terorîstên Îran piştgiriyê dide wan teqwiyeya xeta eniya Îdlibê

Haydar Şahin  | 23.10.2020 - Rojanekırın : 24.10.2020
Ji Artêşa Mihefizên Şoreşa Îranê û terorîstên Îran piştgiriyê dide wan teqwiyeya xeta eniya Îdlibê

Ankara

 168 kesên çekdar ên ji komên terorîst ên biyanî yên di femana Artêşa Mihafizên Şoreşa Îranê da û milîsên Şebîha yên rejima Beşar Esed pêk tên întiqalî xeta eniya Îdlibê kirin.

Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê sitand, 75 endamên Artêşa Mihafizên Şoreşa Îranê, kêmzêde bi 30 wesayîtên eskerî va pêr ji Iraqê ra derbasî Sûriyeyê bûn.

Çekdarên ji Îranê li Dêrazorê ya li rojhilatê Sûriyeyê bi 93 kesên çekdar ên ji komên terorîst ên Îran piştgiriyê dide wan û milîsên Şebîhayê ra hatin ba hev.

168 kesên çekdar duh ji Dêrazorê derketin rê û derbasî xeta eniya Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê bûn û xwe gihandin sefên rejima Esed.

- Rewşa li Îdlibê

Tirkiye, Rûsya û Îranê di 4-5ê gulana 2017an da di civîna Astanayê da Îdlib û hin herêmên bajarên derdora wê (wilayetên Lazqiye, Hema û Helebê), bakurê bajarê Humsê, li Xûteya Rojhilat a li Şama paytext û herêmên li başûrê welêt (wilayetên Dera û Quneytrayê) bi tevahî 4 "herêmên kêmkirina rageşiyê" hatibûn îlankirin.

Lêbelê rejimê û terorîstên ku Îran piştgiriyê dide wan, ji 4 herêman xêncî Îdlibê herêmên din bi piştgiriya esmanî ya Rûsyayê bi dest xistibûn û berê xwe dabûn Îdlibê.

Di îlona 2018an da Rûsyayê ji bo hêzdarkirina agirbestê li Soçiyê mitebeqata pêvek îmze kir.

Rûsya û rejimê di gulana 2019an da operasyon dan destpêkirin ku tevahiyê herêmê zeft bikin û gelek wargehên li Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê zeft kirin.

Herî dawîn Tirkiye û Rûsyayê di 5ê adarê da li Moskovayê mitebeqateke teze çêkirin.

Agirbesta ku gelek caran bi destê rejimê tê binpêkirin dewam dike. Di heyama 2017-2020î da kêmzêde 2 milyon sivîlî ji ber êrîşên rejim û Rûsyayê koçî herêmên nêzî sînorê Tirkiyeyê kirin.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.