Dinya

Ji Amerîkayê bo herêmên li Suriyeyê bin dagirkeriya YPG/PKKyê da muafiyeta mueyîdeyê

Hakan Çopur  | 13.05.2022 - Rojanekırın : 13.05.2022
Ji Amerîkayê bo herêmên li Suriyeyê bin dagirkeriya YPG/PKKyê da muafiyeta mueyîdeyê

Washington DC

 Birêvebiriya Amerîkayê li Sûriyeyê li herêmên bin dagirkeriya YPG/PKKya rêxistina terorê ya ku navê HŞSyê bi kar tîne di warên çandinî û înşeatê da muafiyeta mueyîdeyan anî.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya Ofîsa Heyînên Biyanî ya Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê (OFAC) fîrmayên Amerîkayê êdî dê bikarin ku li bakurê rojhilat û bakurû rojava yên Sûriyeyê yên bin dagirkariya YPG/PKKyê da bêyî ku rastî mueyîdeyên Sûriyeyê bên dê bikaribin veberhênanê bikin.

Li gor daxuyaniya OFACê li herêmên navborî veberhênanên ku di warê çandinî, telekomunîkasyon, gihandin, înşeat û hilberînê da tên kirin dê ji mueyîdeyan muaf bin.

Ji hêla din va lîsansên muafiyetê ji bo bazirganiya neftê derbasdar nîne. Herwiha di tu veberhênanên navborî da dê bi rejima Sûriyeyê ra tu kar neyê kirin.

Di daxuyaniyê da balê kişand ku der barê sînorên coxrafî yên lîsansên veberhênanan gotina "li bakurê rojhilat û bakurê rojavayê Sûriyeyê ku rejim wan deran kontrol nake" gotineke gelemperî hatiye bikaranîn.

Amerîkayê berê jî li Dêra Zorê muafiyeteke şirketeke Amerîkayê ya li tesîsên neftê kar dike betal kiribû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın