Dinya

Ji 120 endamên DEAŞê ku YPG/HSDê ji girtîgeha Şedadiyê serbest berdan, 81 kes hatine girtin

Muhammed Semiz  | 20.01.2026 - Rojanekırın : 20.01.2026
Ji 120 endamên DEAŞê ku YPG/HSDê ji girtîgeha Şedadiyê serbest berdan, 81 kes hatine girtin

Haseke

 Wezareta Navxweyî ya Sûriyeyê ragihand ku ji 120 endamên DEAŞê yên ku ji girtîgeha Şedadiyê, bajarekî li parêzgeha Hesekê ya bakur-rojhilat reviyabûn, 81 kes hatine girtin.

Di rêze daxuyaniyan de, Wezareta Navxweyî di destpêkê da diyar kir ku YPG/HSDya rêxistina terorê berpirsiyarê berdana terorîstên DEAŞê ye.

Wezaretê piştre ragihand ku "piştî revîna 120 terorîstên DEAŞê ji girtîgeha Şedadiyê, yekîneyên artêşa Sûriyeyê û yekîneyên operasyonên taybet ên Wezareta Karên Navxweyî ketin bajarê Şedadiyê."

Di daxuyaniyê da wiha hat destnîşankirin:

"Yekîneyên Artêşê û Wezareta Navxweyî li derdora bajarê Şedadiyê operasyoneke berfireh a lêgerîn û paqijkirinê pêk anîn. Di operasyonê da 81 terorîstên DEAŞê hatin girtin. Lêgerîna endamên mayî yên DEAŞê berdewam e."

Artêşa Sûriyeyê duh êvarê ragihand ku YPG/HSDya rêxistina terorê terorîstên DEAŞê ji girtîgehek li Şedadiyê serbest berdaye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.