Iraqê ragihand ku xaza ji Îranê tê bi temamî rawestiya
Baghdad
Wezareta Ceyranê ya Iraqê eşkere kir ku herka xaza sirûştî ya ku Îran dide Iraqê bi temamî rawestiya.
INAya ajansa nûçeyan a fermî ya Iraqê di nûçeya ku dispêre Wezareta Ceyranê ya Iraqê da hat diyarkirin ku xaza ji Îranê tê bi temamî rawestiya.
Hat ragihandin ku ji ber vê yekê di navbera 4 hezar û 4 hezar û 500 megavatî da pergala ceyranê ya Iraqê da kêmasî çêbû.
Hat gotin ku Wezareta Ceyranê ya Iraqê her wiha bi Wezareta Neftê ra di nav kordînasyonê da serî da li sotemeniya alternatîf a herêmî da û ji santralan ra vejen hat şandin û hilberîn hildan bin kontrolê.
Iraq di hilberîna ceyranê da piranî girêdayî xaza siruştî ye. Biqasî ji sê paran parekî hilberîna ceyrana welêt ji santralên ku bi xaza siruştî ya ku ji Îranê tê kirîn, tê peydakirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
