Dinya

Iraqê got ku ji ber mueyîdeyên Amerîkayê ew nikarin deynê xwe ji Îranê ra yê xaza siruştî bidin

Önder Beyter  | 30.03.2021 - Rojanekırın : 31.03.2021
Iraqê got ku ji ber mueyîdeyên Amerîkayê ew nikarin deynê xwe ji Îranê ra yê xaza siruştî bidin

Istanbul

- Iraqê ragihand, ji ber mueyîdeyên Amerîkayê yên dijî Tehranê, ew nikarin 2,6 milyar dolar deynê xwe yê ji Îranê ra yê xaza siruştî bidin ku wan ji bo hilberîna ceyranê îtxal kiriye.

Berdevkê Wezareta Ceyranê ya Iraqê Ehmed el Îbadî li ser xaza siruştî ya ku ji Îranê ji bo hilberîna ceyranê tê îtxalkirin û her wiha deynê wan ê ku ketiye ser hev, daxuyanî da es-Sebahê ku rojnameya nîvfermî ya welêt e.

Îbadî diyar kir, ji ber mueyîdeyên ku Amerîka ji 2018an vir va li dijî Îranê disepîne, ew nikarin deynê xwe yê ji Îranê ra yê xaza siruştî bidin.

Îbadî bal kişand, pereyê ku divê ji Îranê ra were şandin, bi qasî 2,6 milyar dolar e, lêbelê ew nikarin pere ji Bexdayê transferî Tehranê bikin û lewma jî dilê Îranê tuneye ku xaza siruştî îxrac bike.

Îbadî wiha got, "Îranê îxracata xaza siruştî ya rojane ji 50 milyon metrekûpî daxist heta 22 milyon metrekûpî."

Serokê Amerîkayê yê wê serdemê Doland Trump sala 2018an ji peymana nukleerê ya ku pêşdatir digel Îranê hatibû îmzekirin, vekişiyabû û ambargo dabû ser Tehranê.

Rêveberiya Trump destûr dabû ku Iraq ji bo dabînkirina pêwîstiya xwe ya ceyranê ji Îranê xaza siruştî îtxal bike.







Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.