Dinya

Iraqê ragihand ku ji Sûriyeyê 150 girtiyên DEAŞî wergirtin

Haydar Karaalp  | 22.01.2026 - Rojanekırın : 22.01.2026
Iraqê ragihand ku ji Sûriyeyê 150 girtiyên DEAŞî wergirtin

Baghdad

 Iraqê ragihand ku wan, 150 endamên rêxistina terorê DEAŞê yên di girtîxaneyên li Sûriyeyê da girtî ne, wergirtin.

Sebah en-Nûmanê Berdevkê Fermandarê Hêzên Çekdarî yê ji ÎNAya ajansa nûçeyan a fermî ya Iraqê ra axivî, diyar kir ku wan 150 terorîstên DEAŞî yên Iraqî û biyanî yên di girtîxaneyên li Sûriyeyê da girtî ne, wergirtin.

Nûman diyar kir ku Konseya Ewlekariya Neteweyî ew yek erê kir ku terorîstên Iraqî û hemwelatiyên welatên din ên ku li Sûriyeyê di girtîxaneyên rêxistina terorê YPG/HSDyê da girtî ne, ji hêla Iraqê bên wergirtin û di girtîgehên dewletê da bên bicihkirin.

Nûman bal kişand ku koma ewil a ku ji 150 kesî pêk tê, hat wergirtin ku ev kesên navborî di fealiyetên terorê da bi awayekî aktîf cih girtine û xwîna Iraqên bêguneh rêtine.

Nûman destnîşan kir, terorîstên hatin wergirtin, di nav kadroyên lîder ên rêxistinê yên pile yekem da ne û lewma jî şaxên ewlekariyê pêvajoyê ji nêz va dişopînin.

Nûman her wiha got ku li gorî nirxandina ewlehî û şertên qadê, hejmara komên din ên ku dê bên wergirtin, dê bê diyarkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın