Dinya

IPCya saziya çavdêriyê diyar kir ku xelaya li Xezeyê bi delîlên şênber hatiye piştrastkirin

Muhammet İkbal Arslan  | 22.08.2025 - Rojanekırın : 23.08.2025
IPCya saziya çavdêriyê diyar kir ku xelaya li Xezeyê bi delîlên şênber hatiye piştrastkirin

Geneve

 Di rapora Dabeşkirina Ewlehiya Xurekê ya Entegre (IPC) ya saziya çavdêriyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) da heya 15ê Tebaxê xelaya li Xeta Xezeyê bi delîlên şênber hat piştrastkirin.

IPCyê der barê Xeta Xezeyê da ku ji ber êrîş û dorpêça Îsraîlê bi xelayê ra rû bi rû maye da rapora xwe ya dawîn weşand.

Di raporê da hat diyarkirin heya 15ê Tebaxa 2025an xelaya li Xeta Xezeyê bi delîlên şênber hat piştrastkirin.

Wek mayîn di raporê da hat destnîşankirin ku xelaya li Xeta Xezeyê wê hê dijwartir bibe.

 - Lahbîba endama Komîsyona YEyê got ku birçîbûna li Xezeyê di asta "xelayê" da ye

 Hadja Lahbîba endama Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) ya berpirsyara qeyranê ye, destnîşan kir ku birçîbûna li Xezeyê di asta "xelayê" da ye û bang li Îsraîlê kir ku rê li ber alîkariya însanî veke.

Lahbîbê li ser hesabê xwe yê Xa şirketa platforma medyaya civakî ya navend Amerîka ye, der barê rewşa li Xezeyê da daxuyanî da.

Hadja Lahbîbê di daxuyaniya xwe da bal kişand ser rapora Dabeşkirina Ewlehiya Xurekê ya Entegre (IPC) ya saziya çavdêriyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) û diyar kir ku li herêmê însan ji birçîna dimirin.

Lahbîba endama Komîsyona YEyê diyar kir ku birçîbûna li Xezeyê di asta "xelayê" da ye û bang li Îsraîlê kir ku rê li ber alîkariya însanî veke.

IPCya saziya çavdêriyê ya piştgiriya Neteweyên Yekbûyî (NY) hildide, diyar kiribû ku Xezeyê xelaya didome di asta 5an da ye ku ev asta herî bilind e.

Îngilistan: "Xelaya ku li bajarê Xezeyê û derdorê wê diqewime û hat piştrastkirin, dibe sedema fikareke mezin, meriv dikare bi temamî rê li ber vê xelayê bigire."

Îngilistan: "Ji ber ku hikûmeta Îsraîlê nahêle alîkariya hewcedar derbasî Xezeyê bibe, ev dibe sedema vê felaketa însanî (xela). Ev rezaleteke exlaqî ye."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın