Dinya

Hûsiyên li Yemenê Balafirgeha Ben Gurion a li Îsraîlê kir armanc

- Têlevîzyona dewletê ya Îsraîlê KANê ragihand ku balafirgeha li Tel Avîvê ya armanc hat girtin, ji firînan ra girtin

Faruk Hanedar  | 04.05.2025 - Rojanekırın : 05.05.2025
Hûsiyên li Yemenê Balafirgeha Ben Gurion a li Îsraîlê kir armanc

Quds

Hûsiyên li Yemenê Balafirgeha Ben Gurion a li Tel Avîva paytextê Îsraîlê bi fuzeyê va kir armanc.

Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê da hat diyarkirin ku fuzeyeke li navenda Îsraîlê ket, hat raporkirin.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin, piştî ku li gelek herêmên Îsraîlê sîrenan lê dan, hin teşebus hatin kirin ku fuzeya ji Yêmenê hat agirkirin bê rawestandin, lê li herêma Balafirgeha Ben Gurionê daketinek hat tesbîtkirin.

Têlevîzyona dewleta Îsraîlê KANê jî ragihand ku balafirgeha Ben Gurion a li Tel Avîvê armanc hat girtin û ji ber êrîşê, qad ji firînan ra hat girtin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın