SANA
Li Yêmenê komîteya şoreşger a Tevgera Ensarullahê (Hûsî) diyar kir ku ew ê îro qanûna bingehîn a teze ya ku rêveberiya Yêmenê eşkere dike îlan bikin.
Di daxuyaniya ku hesabê fermî ya hûsiyan a faceboakê da hat diyarkirin ku piraniya hêzên siyasî yê qanûna bingehîn a ku rêveberiya Yêmenê eşkere dike eşkere bikirina lê belê nûnerên Partiya Cemaeta Reformê ya Yêmenê û Rêxistina Nasir a Îttihatê ji bo biryar dayînê wan dem xwestin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku ew ê îro qanûna bingehîn a teze ya ku rêveberiya Yêmenê eşkere dike îlan bikin.
Di daxuyaniya hûsiyan a do da hatibû eşkerekirin ku piştî îstifaya hikûmetê û îstifaya Serokomar Abdurabbu Mansur Hadî li ser eşkerekirina rêveberiya teze xebat dane destpêkirin.