ANKARA
Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş der heqê pêvajoya çareseriyê da wiha got: "Em nikarin bibêjin ku pêvajo xitimiye, lê em nikarin bibêjin ku geşedanên mezin diqewimin û pêvajo baş pêşva jî diçe. Bira kes hêvî neke ku wê daxuyaniyên di pêş da bên dayîn, wê rê li ber geşedanên mezin veke. Her tiş rûtîn dewam dike."
Demirtaş li meqama xwe ya li Meclisê endamên baroya Tunceliyê qebûl kir.
Demirtaş piştî hevdîtina bi parêzeran ra pirsên rojnamevanan bersivand.
Demirtaş li ser pirsa "Platforma lêgerînê ya yekîtiya çepgiran bi we ra ketin nav têkilî û pêwendiyan an na?" wiha got: "Lêgrîna CHP û DSPyê ya ji bo yekîtiya çepan balkêş e. Çepgirî li vî aliyî ye, lê ew li dereke din li yekîtiyê digerin. Du partiyên ku qulibîne ser rastgiriyê ji bo çepan li yekîtiyê digerin? Ji hevkariya CHP û DSPyê ne yekîtî ne jî partiyeke çepan derdikeve. Em wek HDP bi hemû tevgerên çepgir ra axivîn û em ê cardin bên bal hev û biryara xwe bidin. Di vê mijarê da daxwaza CHP û DSPyê ji bo hevdîtinê tuneye û hewce jî nake. Tenê di navê wan da çep heye, ji ber vê jî karê me bi partiyên wiha tuneye."
Demirtaş li ser pirsa "Ji lijneya Îmraliyê der heqê hevdîtinê da daxuyanî nehat dayîn, çima?" wiha got: "Lijne wê bi hikûmetê ra bê bal hev û peyra wê daxuyanî bide. Hewl didin ku li hev bikin. Nêrîna hikûmetê ya li hevdîtinên li Îmraliyê çi ye, heta ev neyên zanîn kêm dimîne û yekalî dimîne. Em nikarin bibêjin ku pêvajo xitimiye, lê em nikarin bibêjin ku geşedanên mezin diqewimin û pêvajo baş pêşva jî diçe. Bira kes hêvî neke ku wê daxuyaniyên di pêş da bên dayîn, wê rê li ber geşedanên mezin veke. Her tiş rûtîn dewam dike."
Demirtaş destnîşan kir ku HDPyê ji berê da biryar daye ku wek partî bikeve hilbijartinê û got ji xeynî AKP û CHPyê her kes kêfxweş e ji bo vê biryarê.