Dinya

Hûrgiliyên peymana bi sernavê "Bidawîkirina Berfireh a Şerê Xezeyê" diyar bûn

Yasin Yorgancı, Ayşe İrem Çakır, Zeynep Katre Oran  | 10.10.2025 - Rojanekırın : 12.10.2025
Hûrgiliyên peymana bi sernavê "Bidawîkirina Berfireh a Şerê Xezeyê" diyar bûn

Ankara

 Hûrgiliyên peymana ku bi beşdariya Tirkiyeyê li Xezeyê agirbest pêk anî û geşedanên derbarê cîbicîkirina wê da tên şopandin, derketin holê.

Belgeya ku AAyê ji çavkaniyên ewlehiyê wergirt, bi sernavê "Gavên Bicîhanîna Pêşniyaza 'Bidawîkirina Berfireh a Şerê Xezeyê' ya Serok Trump" e û ji şeş xalan pêk tê.

Li ser navê Tirkiyeyê Îbrahîm Kalinê Serokê Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî metnê peymanê îmze kiriye.

Hemû metnê peymanê wiha ye:

1. Serokê Amerîkayê Donald Trump radigihîne ku şerê li Xezeyê bi dawî bûye û aliyan li hev kirine ku gavên pêwîst yên ji bo vê armancê biavêjin.

2. Şer dê bi qebûlkirina hikûmeta Îsraîlê demildest bi dawî bibe. Hemû operasyonên leşkerî, tevî bombebarana hewayî û topxane û operasyonên hedefgirtinê, dê werin rawestandin. Çavdêriya hewayî dê li deverên ku artêşa Îsraîlê ji wan vekişiyaye ji bo 72 saetan were rawestandin.

3. Wekî ku di pêşniyazê da hatiye destnîşankirin û li gorî peymana mirovî ya 19ê Çileya 2025an şandina alîkariya mirovî û materyalên piştgiriyê dê demildest dest pê bike. Gavên ji bo pêkanîna alîkariya mirovî û materyalên piştgiriyê di pêvekê da hatine dayîn.

4. Artêşa Îsraîlê dê vekişe wan xetan ku li ser nexşeya bi jimara X a di pêvekê da ku li ser lihevkirin pêk hatiye. Ev vekişîn dê piştî daxuyaniya Serok Trump û pejirandina hikûmeta Îsraîlê di nav 24 saetan da were temamkirin. Heta ku Hemas bi tevahî peymanê bi cih bîne, artêşa Îsraîlê dê dîsa venegere deverên ku jê vekişiyaye.

5. Hemû rehîneyên Îsraîlî yên li Xezeyê, sax û mirî, piştî vekişîna artêşa Îsraîlê di nav 72 saetan da dê werin berdan. (Lîste di pêvekê da ye)

a. Piştî ku artêşa Îsraîlê vekişîna xwe temam kir, Hemas dê dest bi lêkolîna xwe ya der heqê rewşa rehîneyan da bike û hemû agahiyên têkildarî wan berhev bike. Hemas dê bi rêya mekanîzmaya parvekirina agahiyan a ku di benda 5an ya jêrîn da hatiye destnîşankirin, encamên bi dest xistine ragihîne. Îsraîl jî dê agahiyên li ser girtiyên Filistînî yên ji Xeta Xezeyê ku li Îsraîlê têne girtin ragihîne.

b. Di nav 72 saetan da Hemasê hemû rehîneyên mayî, tevî yên ku ji hêla komên Filistînî yên din ên li Xezeyê va hatine girtin, berde.

d. Di nav 72 saetan da Hemasê hemû agahiyên ku der barê rehîneyên mirî yên mayî da bi dest bixe, bi rêya mekanîzmaya parvekirina agahiyan ya ku di benda (e) ya jêrîn da hat destnîşankirin, parve bike. Îsraîlê jî agahiyên der barê termê hemû Xezayiyên mirî yên di destê xwe da digire, bide.

e. Mekanîzmayeke parvekirina agahiyan dê di navbera her du aliyan da bi rêya navbeynkaran û Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor (ICRC), were damezrandin da ku agahî û îstixbaratên derbarê termên rehîneyên mirî yên ku di nav 72 saetan da nayên wergirtin an jî termên Xezeyiyên ku ji hêla Îsraîlê va têne girtin da werin wergirtin. Ev mekanîzma dê derxistina bi tevahî û ewledar û vegerandina termên hemû rehîneyan pêk bîne. Hemas dê ji bo bilez bicîhanîna van sozan xebateke mezin bike.

f. Gava ku Hemas hemû rehîneyan berde, Îsraîl jî dê li gorî lîsteyên pêvekirî hejmareke guncaw ji girtiyên Filistînî berde.

g. Guhertina rehîne û girtiyan dê li gorî mekanîzmaya lihevkirî, bi rêya navbeynkaran û di bin çavdêriya Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor (ICRC) da were kirin. Di vê pêvajoyê da merasimeke giştî yan jî weşaneke medyayê dê çênebe.

6. Li gorî lihevkirina aliyan, ji nûnerên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Qeter, Misir, Tirkiye û welatên din, dê tîmeke taybet were damezrandin da ku bi her du aliyan ra cîbicîkirinê bişopîne û koordîne bike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.