Mücahit Aydemir
08 Cotmeh 2022•Rojanekirin: 09 Cotmeh 2022
Hat ragihandin ku hêzên Îsraîlê li Şerîaya Rojava ya dagirkirî yek jê zarok 2 Filistînî kuştin.
Li gor WAFAya ajansa nûçeyan a Filistînê li gundê el -Mezretul Xerbiye ya li bakurê Ramallahê di navbera niştewarên cihû yên fanatîk û Filistîniyan da bûyerên şîdetê qewimîn.
Hat diyarkirin ku hêzên Îsraîlê midaxeleyî bûyerê kir û di bûyerê da Mehdî Ledadîveyê Filistînî ji ber gulebarana hêzên Îsraîlê hat kuştin.
Di dîmenên ku ji ser çapemeniya civakî belav bûn û bertek hat nîşandan da tê dîtin ku eskerên Îsraîlê midaxaleyî peywirdarên tenduristiyê yên dixwestin ku Ledadîveyê birîndar ê li ser sedyeyê bibin nexweşxaneyê û sivîlên Filistînî kir û pêşî li wan girt.
Ji hêla din va di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê da hat ragihandin ku nêzî Dîwarê Cudakirinê (Şermê) ya li bajarê Kalkîlyaya li bakurê Şerîaya Rojava Adil Îbrahîm Dawudê Filîtînî ku 14 salî bû ji ber gulebarana eskerên Îsraîlê birîndar bû.
Hat ragihandin ku zarokê ku ji serê xwe bi guleya rasteqîn birîndar bû li nexweşxaneyê mir.