Hêzên rêvebiriya Sûriyeyê piştî agirbestê dîsa li Suweydayê bi cî dibin

İdlib
Serokomariya Sûriyeyê ragihand ku piştî agirbestê hêzên ewlehiyê dîsa li Suweydayê bi cî dibin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Serokomariya Sûriyeyê da hat diyarkirin ku piştî agirbestê hêzên ewlehiyê dîsa li Suweydayê bi cî dibin.
Balyozê Enqereyê û Nûnerê Taybet yê Sûriyeyê yê Amerîkayê Tom Barrack ragihandibû ku Îsraîl û Sûriyeyê li ser agirbestê li hev kirine.
Hatibû diyarkirin ku Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu û Serokomarê Sûriyeyê Ahmed Şara li ser agirbestê li hev kirine ku ji hêla Tirkiye, Urdin û cînaran va di cî da tê dîtin.