Dinya

Hollanda dê ji bo tedbîrê nûnertiyên xwe yên li Tehran û Hewlêrê rojekê ji gel ra bigire

Ayşe İrem Tiryaki  | 13.04.2024 - Rojanekırın : 14.04.2024
Hollanda dê ji bo tedbîrê nûnertiyên xwe yên li Tehran û Hewlêrê rojekê ji gel ra bigire

Ankara

 Hollandayê ragihand ku ew ê ji bo tedbîrê Balyozxaneya xwe ya li Tehranê û Serqonsolosxaneya xwe ya li Hewlêrê rojekê ji gel ra bigire.

Hollandayê der barê nûnertiyên xwe yên li Tehran û Hewlêrê da daxuyanî da.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku ew ê Balyozxaneya Hollandayê ya li Tehranê û Serqonsolosxaneya xwe ya li Hewlêrê, 14ê Nîsanê roja yekşemê ku ji bo welatên herêmê roja yekemîn a hefteyê ye, ji gel ra girtî bin. Hat ragihand ku ev biryar tedbîrek e ku ji ber girjiya ku di navbera Îsraîl û Îranê da zêde dibe, tê hildan.

Hat ragihandin ku ewê sibê biryarê bidin ka ew ê Balyozxane û Serqonsolosxaneyên navborî 15ê nîsanî vekirî bin yan na.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın