NEW YORK
Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) diyar kir ku Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) destûrê nade ku kesên ji ber êrîşên DÎŞIyê revîbûn vegerin malên xwe.
Di rapora HRWyê ya ku navenda wê li New Yorka bajarê DYAyê ye da hat îdiakirin ku HKI ji bo ku ereb venegerin malên xwe astengan derdixe.
Di raporê da hat destnîşankirin ku hêzên kurdan bi hezaran erebên ku ji ber êrîşên DÎŞIyê revîbûn di cihekî ewledar da heps kiriye. Di raporê da ji lîderên HKIyê xwestin ku bira "Dev ji zordariya nijadî berdin û li ser ereban cudatiyê nekin."
Di raporê da hat diyarkirin ku HRWyê di rêbendana 2015an da bi rêveberiya HKIyê ra têkilî danî û li ser vê yekê hin asteng hatin rakirin lê belê hin asteng hê dewam dikin.
HRWyê di rapora xwe da diyar kir ku HKI destûrê dide kurdên ku ji ber êrîşên DÎŞIyê revîn, vegerin malên xwe, li hin herêmên Nînewa û Hewlêrê destûrê dide ku kurd têkevin malên ereban lê belê destûrê nade ku ereb vegerin malên xwe.
Di rapora da hat destnîşankirin ku hêzên kurdan ereb di herêmeke ewledar da hildane bin kontrolê û li wê derê bê darizandin 70 kes jî binçav kirine.
- Bangî DYAyê kirin
Di raporê da tê dupatkirin ku di têkoşîna li dijî DÎŞIyê da DYA û HKI mitefîk in, DYAyê ji bo 3 lîwayên leşkerî soza alîkariya 350 milyon dolarî daye HKIyê, Almanya, Îngiltere, Îtalya, Firansa, Komara Çek û Arnewidistan jî alîkariya perwerde û çekan didin HKIyê.
Letta Taylera pispora têkoşîna li dijî terorê ya HRWyê di daxuyaniya xwe ya der barê raporê da diyar kir ku destûrnedayîna vegerîna ereban ji ber ewlehiyê nîne.
Taylerê destnîşan kir ku DYA û welatên din çekan didin hêzên kurdan û bira eşkere bikin ku tev cudakariya wan nînin.
Li gor Neteweyên Yekbûyî li herêmên di destê HKIyê da ji ber êrîşên DÎŞIyê 2 milyan kesî cî û warên xwe terk kirin.