HEWLÊR
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî xerakirina Muzeya Medeniyetan a Mûsilê şermezar kir û wiha got: "Ev nîşan dide ku DÎŞI ji bo dîrok, mirovahî û medeniyetê talûkeyeke mezin e."
Barzanî di daxuyaniya xwe ya nivîskî da destnîşan kir ku ji ber xerakirina muzeyê xemgîn e û wiha got: "Gelê Iraq û Kurdistanê ji ber xerakirina Muzeya Mûsilê xemgîn bûye. DÎŞIyê berhemên dîrokî, peyker û amûrên muhîm xera kir. Ev berhemên beriya mîladê ne. Ev nîşan dide ku DÎŞI ji bo dîrok, mirovahî û medeniyetê talûkeyeke mezin e."
Barzanî diyar kir ku xerakirina muzeyê zirar daye hemû medeniyeta dinyayê û wiha dewam kir: "Ev berhem yên heyama Mezopotamya, Asûr, Kildan, Medya û beriya Îslamê ne. Ev mîrateya dinyayê ye. DÎŞI ne tenê li dijî însanan, li dijî hemû berhem û medeniyetan neyartiyê dike."
Nêçîvan Barzanî destnîşan kir ku berhemên di muzeyê da berhemên hevbeş ên medeniyetan bûn û wiha xeberda: "Em piştgiriyê didin banga Waliyê Mûsilê Esil Nuceyfî. Em bangî UNESCO û dewletên herêmê dikin. DÎŞIyê beriya hilweşandina muzeyê, hin berhem dizîn û nehêlin ku ev berhem derkevin derveyî welêt. Lewra ew berhem dewlemendiya Iraq û herêmê ne."