Dinya

Hizbullaha Libnanê ragihand ku hewldana asîmanî ya Îsraîlê ya li rojhilatê Lubnanê hatiye têkbirin

Esat Fırat  | 07.03.2026 - Rojanekırın : 07.03.2026
Hizbullaha Libnanê ragihand ku hewldana asîmanî ya Îsraîlê ya li rojhilatê Lubnanê hatiye têkbirin

Istanbul

Hizbullaha Libnanê ragihand ku hewldana asîmanî ya Îsraîlê ya li rojhilatê Lubnanê hatiye têkbirin.

Hizbullahê ragihand ku li nêzî bajarokê Nebî Şît li dijî hewldana artêşa Îsraîlê ya daketina helîkopteran ji asîmanînan va li devera gundewarî ya Baelbek a li rojhilatê Îsraîlê, pevçûn derket û hewldana daketinê hate têkbirin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku eskerên Îsraîlê ber bi taxa rojhilat (taxa El Şukr) a bajarokê Nebî Şît ve pêşva çûne û derdora saet 23:30an da bi çekên sivik û navîn li nêzîkî goristanê bi endamên Hizbullahê ra şer kirine.

Daxuyaniyê destnîşan kir ku piştî hêzên Îsraîlê hatin dîtin, pevçûn gurtir bû û artêşa Îsraîlê ji bo vekişandina wan yekîneyan ji herêmê, bi qasî 40 êrîşên asîmanî bi balafirên şer û helîkopteran piştgirîya agir a giran da.

Her wiha di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku di dema pevçûnê da, yekîneyên topxaneyên Hizbullahê bi çekên guncaw bi giranî gule li derdora herêma pevçûnê û rêya vekişîna eskerên Îsraîlê reşandin û sivîlên li gundên derdorê jî piştgirîya agir kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın