14 Sibat 2016•Rojanekirin: 15 Sibat 2016
HELEB
Hat ragihandin ku li Sûriyê hêzên PYDya şaxa PKKya rêxistina terorê bi piştgiriya esmanî ya ûrisan va hindik maye bikeve Tel Rifatê, li der û dora navçeyê pevçûnên gur hene.
Muhammed Alî Ebu Musayê ku Fermandarê qadê yê Şoreşgerên Tel Rifatê ye daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku hêzên PYDya şaxa PKKya rêxistina terorê ya li Sûriyê bi piştgiriya esmanî ya ûrisan va hindik maye bikeve Tel Rifatê.
Musa got ku li der û dora navçeyê di navbera mixalif û hêzên PYDê da pevçûnên tund hene û wiha dewam kir: "Şebbîhayên (Ceyş es-Suvar) rejimê û PYD hewl didin ku li ser herêma Deyr Cemala rojavayê Tel Rifatê ra bikeve hindur. Li vê derê çend avahî jî bi dest xistin. Rewş pir xerab e. Gelek ciwanên me şer dikin, lê muhîmmat û çekên me tunene."
- "Em dixwazin êrîşên ûris bidin sekinandin"
Musa diyar kir, hêzên PYDê bi piştgiriya jetên ûris va dikevin Tel Rifatê û wiha dewam kir: "Ûrisan Tel Rifat da ber bombeyan. Jetên ûris duh 30 caran êrîşî navçeyê kir. Li navçeyê hê sivîl hene. Em ji raya giştî ya navneteweyî dixwazin ku êrîşên ûris bidin sekinandin."
Musa destnîşan kir, hêzên PYDê gundê Ayn Dîkneya ku dikeve bakurê Tel Rifatê jî bi dest xist û wiha dewam kir:
"Rûsya, Îran û rejimê DAEŞa rêxistina terorê ava kir. Ji ber vê çendê ev çawa li rêxistina ku bixwe ava kirine dixin. Rûsya dixwaze ku li herêmê dewleteke kurdan ava bibe. Ji bo vê jî alîkariyê dide PYDê. Rûsya dixwaze li herêmê dewleteke kurd ava bike û her tim Tirkiye û ereban aciz bike."