İbrahim Atmaca
2017 ж. 20 қараша•Rojanekirin: 2017 ж. 20 қараша
ANKARA
Li Lijneya Giştî ya Meclisê ji bo hilbijartina Serokê Meclisê tûra duyemîn dest pê kir.
Ji ber ku di tûra yekemîn da namzedên Serokatiya Meclisê Parlamenterê Stenbolê yê AK Partiyê û Serokê Meclisê Îsmaîl Kahraman, Parlamenterê Edeneyê yê AK Partiyê Tamer Dagli, Parlamenterê Îzmirê yê CHPê Zekeriya Temîzel, Parlamentera Hekariyê ya HDPê Selma Irmak, Parlamenterê Stenbolê yê MHPê Celal Adan û Parlamenterê Kayseriyê yê Serbixwe Yusuf Halaçoglu 367 deng hilnedan, derbasî tûra duyemîn bûn.
Namzed ji bo ku di vê tûrê da werin hilbijartin divê 367 dengan hildin.