Dinya

Hilbijartina li Iraqê ji bo qeyranên siyasî û aborî wek çareserî tê hesibandin

Li Iraqê di 10ê Cotmehê da wê hilbijartina berwext bê kirin û ji niha va amadehî tên kirin.

Haydar Karaalp  | 16.09.2021 - Rojanekırın : 17.09.2021
Hilbijartina li Iraqê ji bo qeyranên siyasî û aborî wek çareserî tê hesibandin

Baghdad

Li Iraqa ji hêla aborî û siyasî va qeyran lê heye bo hilbijartina berwext a ku di 10ê Cotmehê da wê bê kirin amadehiyan dest pê kir.

Li Iraqê di Cotmeha sala 2019an da ji ber pergala xerab û neyîniyan protestoyên gel dest pê kirin û li ser vê hikûmeta bi serokatiya Adil Ebdilmehdî da îstifa kiribû. Serokê Servîsa Îstixbaratê ya Iraqê Mistefa el-Kazimî hikûmeteke nû ava kir û li ser daxwaza xwepêşandêran biryar da ku wê hilbijartina berwext di 10ê Cotmehê da bê kirin.

Li Iraqê 167 partiyên siyasî û kom hene û 3 hezar û 249 namzed di vê hilbijartinê da wê têbikoşin. Ji wan namzedan 951 jin, 789 namzed jî serbixwe ne û yên mayîn jî endamên partiyên siyasî û namzedên koalîsyonan e.

- Blokên hilbijartinê yên li welêt

Ji eniya Şiiyan Koalîsyona Fetîhê, Koalîsyona Dewletê, Hêzên Dewleta Neteweyî, Koma Sadr wê tevlî hilbijartinê bibin.

Ji eniya Suniyan jî Koalîsyona Pêşketinê û Koalîsyona Azîmê wê têkevin hilbijartinê.

Di nav komên Kurd ên li Iraqê da Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi tena serê xwe wê tevlî hilbijartinê bibe û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Tevgera Goranê jî wê bi hev ra beşdarî hilbijartinê bibin.

Tirkmenên li Iraqê jî cara ewil di nav xwe da lihevkirin û bi yek tifaqa hilbijartinê va wê beşdarî hilbijartina 10ê Cotmehê da bê kirin, bibin.

Li kuçe û kolanên Bexdayê wêne û posterên namzedan hatine daliqandin. Li bajarên din ên welêt jî heman rewş heye û li gor hilbijartinên berê di vê hilbijartinê da 3 meh berê propagandayan dest pê kir.

Li gor qanûna nû ya hilbijartinê 18 herêmên hilbijartinê yên berê derketin 83 herêman û tê payîn ku ev yek bi kêrî namzedên serbixwe bê.

Di vê hilbijartinê da wê çavdêrên navneteweyî jî cî bigirin û li gor daxuyaniya ku Yekîtiya Ewropayê weşand li ser daxwaza Komîseriya Hilbijartinê ya Bilind a Iraqê bo şopandina hilbijartinê wê heyetekê bişînin Iraqê.

Pisporên siyasî, rojnameger, siyasetmedar û şêniyên li Iraqêne dibêjin ku heke hilbijartina berwext a li ser protestoyên gel biryara wê hat dayîn di nav ewlehî û awayekî zelal bê kirin ev ji bo pêşketina welêt wê bi kêr bê.

Bawerî ew e ku heke hilbijartinên li Iraqê di vê çarçoveyê da bên kirin ji bo qeyranên siyasî û aborî bên helkirin wê deriyên çareseriyê bi xwe ra veke.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın