ERBÎL
Hat ragihandin ku, li Herêma Kurdistana Iraqa Federal (HKIF) hilbijartinên parlamenteran temam bû.
Serokê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind a Iraqê Serbest Mûstafa ragihand ku dengdayîn di saet 17.00an de bi dawî bû.
Hat diyarkirin ku rêjeya beşdarbûnê ji sedî 65 e. Lijneya Bilind a Hilbijartinê dê di saet 20.00an de civîna çapemeniyê li dar bixe û rêjeya beşdar bûnê li gor bajaran diyar bike.