Hikûmeta Îsraîlê peymana agirbesta Xezeyê ya Serokê DYAyê Trump pesend kir

Istanbul
ÎSTANBUL (AA) - Hikûmeta Îsraîlê peymana agirbesta Xezeyê ya Serokê DYAyê Donald Trump pesend kir.
Li gorî daxuyaniya Nivîsgeha Serokwezîriya Îsraîlê, civîna kabîneya Îsraîlê ji bo nîqaşkirina peymana agirbestê ya li Xezeyê hate lidarxistin.
Hikûmeta bi serokatiya Serokwezîr Benyamîn Netanyahû "peymana bidawîkirina şerê li Xezeyê û vegerandina hemû girtiyên Îsraîlî" pejirand.
Çapemeniya Îsraîlê ragihand ku civîna kabîneyê bi beşdarbûna Nûnerê Taybet ê Serokê DYAyê Donald Trump berpirsê Karûbarê Rojhilata Navîn Steve Witkoff digel zavayê wî û şêwirmendê berê Jared Kushner pêk hat.
Li gorî nûçeya KANa saziya fermî ya weşanê ya Îsraîlê, piraniya wezîrên hikûmetê peyman erê kirin, lê pênc wezîr, di nav wan da Wezîrê Ewlekariya Neteweyî Itamar Ben-Gvir û Wezîra Darayî Bezalel Smotrich, li dijî wê deng dan.
Hat ragihandin ku hemû wezîrên ku dengê "na"yê dane, endamên partiyên ku ji hêla Ben-Gvir û Smotrich va têne rêvebirin bûn.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.