Hikûmeta Îspanyayê: "Hewldanên şantaj û dersdayînê yên Amerîkayê wê neyên qebûlkirin"
Madrid
Endamên hikûmeta koalîsyona Îspanyayê li hemberî daxuyaniya Serokê Amerîkayê Donald Trump a ku dibêje wî fermana qutkirina têkiliyên bazirganiyê daye, bertek nîşan dan.
Alîkara Serokwezîr û Wezîra Xebat û Aboriya Civakî Yolanda Dîaz a ji îtifaqa Sumarê ku hevkarê piçûk ê koalîsyona hikûmetê ye, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da.
Dîazê wiha got: "Îspanya wê şantaj an jî hewldanên dersdayînê yên welatekî êrîşkar qebûl neke. Em welatekî aştiyê ne. Heke Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hevalbendekî dixwaze, divê ewil rêzê li hemberî serweriya me û qanûna navneteweyî bigire."
Ji aliyê din va, hat ragihandin ku Serokwezîr Pedro Sanchez jî îro bi saeta herêmî di saet 9.00î da (bi dema Tirkiyeyê di saet 11.00î da) li avahiyê Moncloayê ya Serokwezîrtiyê ya Madrîdê bêyî ku pirsan bibersivîne li ser gotinên Serokê Amerîkayê Trump wê daxuyaniyekê bide.
Serokê Amerîkayê Trump ji ber ku Îspanyayê destûr neda ku balafirên artêşa Amerîkayê yên li baregehên eskerî yên Moron de la Frontera û Rotayê yên li bajarên Sevilya û Cadizê yên li Endulusê bên bikaranîn, rexne li Îspanyayê kiribû.
Trump wiha gotibû: "Îspanyayê got ku em nikarin baregehên wan bi kar bînin, ev ne rast e. Heke em bixwazin, em dikarin baregehên wan bi kar bînin. Kes nikare ji me ra bibêje ku em nikarin baregehên wan bi kar bînin. Îspanya niha di rewşeke xirab da ye. Bi rastî, min ji Scott ra (Wezîrê Xezîneyê Scott Bessent) got hemû têkiliyên bazirganiyê yên bi Îspanyayê ra qut bike."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
