Dinya

Hikûmeta Sûriyeyê dest bi temîrata pireyên ku YPGya rêxistina terorê li Reqayê teqandin kir

Enes Canlı  | 28.01.2026 - Rojanekırın : 29.01.2026
Hikûmeta Sûriyeyê dest bi temîrata pireyên ku YPGya rêxistina terorê li Reqayê teqandin kir

Raqqa

Hikûmeta Sûriyeyê dest bi temîrata pireyên li ser Çemê Feratê yên li bajarê Reqayê yên ku dema YPGya rêxistina terorê ji herêmên dagir kiriye vekişiya teqandin û rojhilat û rojavayê herêmê digihîne hev, kir.

Reqa ji sala 2017an vir va di bin dagiriya YPGya rêxistina terorê da bû. Artêşa Sûriyeyê bi operasyona ku dijî YPGyê dabû destpêkirin da di 18ê rêbendanê da bajêr xilas kiribû û wir kontrolê bi dest xistibû.

YPGya rêxistina terorê berî ku ji bajêr vekişe 2 pireyên Reqayê yên ku herdu aloyên Çemê Feratê bi hev va girê dide bi teqemeniyan hedef girt. Li bajarê Reqayê ya digel ku bi dagirî û şerên li ser hev serjimara wê kêm bûye tê texmînkirin ku ji 100 hezarî zêdetir mirov lê dijîn pireyên ku herdu aliyên Çemê Feratê digihînin hev gelekî xisar dîtine.

Li "Pireya Reşîd" a ku di nav gel da wekî "Pira Nû" tê zanîn bi rêya ku bi axê hatiye dagirtin hatin û çûyîn pêk tê. Hat dîtin ku li rêya navborî wesayît ji bo ku derbas bibin ketine pey hev û rêzên dirêj çêbûne.

Çend sed mêtro jêra Pireya Reşîd jî Pireya Kevin heye. Bi teqandina lingê pireyê êdî nikarin pirê biemilînin. Birêvebiriya Sûriyeyê li vê pireyê dest bi xebatên islahê kir. Bi makîneyên xwelî û xurdeyû diavêjin û bi axê dadigirin.

Sûriyeyiyên li Reqayê dijîn niha mecbûr dimînin ku bi kelekên bi motor yan jî kelekên bi bêr va derbasî aliyê din bibin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.