Dinya

Hikûmeta li Xezeyê: Îsraîlê li Nexweşxaneya Şifayê 200 Filistînî înfaz kirin

Mohamad Majed Mustafa Haboush, Halime Afra Aksoy  | 28.03.2024 - Rojanekırın : 29.03.2024
Hikûmeta li Xezeyê: Îsraîlê li Nexweşxaneya Şifayê 200 Filistînî înfaz kirin

Gazze

Hikûmeta li Xezeyê ragihand ku Îsraîlê li Nexweşxaneya Şifayê ya li bakurê Xezeyê 200 Filistînî înfaz kirin, biqasî 1000 Filistînî jî derdest kirin.

Di daxuyaniya Ofîsa Çapemeniyê ya hikûmeta li Xezeyê da der barê raser û dorpêçiya Îsraîlê ya di 18ê adarê da dijî Nexweşxaneya Şifayê agahî hatin dayîn.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku "Artêşa Îsraîlê ya dagirker sûcên ku li Nexweşxaneya Şifayê û hawirdora wê dike didomîne. Li gor agahiyên berdest eskerên Îsraîlê li kampusa nexweşxaneyê ji 200î zêdetir Filistîniyên bi zorî ji cihên wan hatine kirin înfaz kir, 1000 kes derdesr kirin."

Hat ragihandin ku artêşa Îsrîalê cihên li nexweşxaneyê yên ku xebatlarên tenduristiyê û Filistîniyên bi zorî ji cihên wna hatine kirin lê bûn bombe kir, xira kir û bi hinceta jêpirsînê ji avahiyan derxistiye û eziyet an jî înfaz kiriye.

Artêşa Îsraîlê nahêle ku Filistînî bigihêjin hin avahiyan û bi êrîşên asîmanî û nîşangiran ve hedef digire û ji ber ku ambulans nikarin bigihêjin herêmê jî gelek kuştî û birîndar hene.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.