Dinya

Hikûmeta li Xezeyê: Îsraîlê ji 8ê Cotmeha 2023yan û vir va li Xezeyê rojane jê 27 zarok, 92 Filistînî kuşt

Muhammed Emin Canik  | 06.10.2025 - Rojanekırın : 06.10.2025
Hikûmeta li Xezeyê: Îsraîlê ji 8ê Cotmeha 2023yan û vir va li Xezeyê rojane jê 27 zarok, 92 Filistînî kuşt

Istanbul

 Îsraîlê ji 8ê Cotmeha 2023yan û vir va ya ku dest bi nijadkûjiya li Xeta Xezeyê kir, rojane jê 27 zarok, bi nîvendî 92 Filistînî kuşt.

Di daxuyaniya Ofîsa Medyayê ya hikûmeta li Xezeyê da hat gotin di êrîşên Îsraîlê yên ku du sal in li Xezeyê dewam dikin da hejmara kesên ku rojnane tên kuştin teqabulê 92 kesan dike.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Îsraîla dagirker li Xezeyê her roj jê 27 zarok, 14 jin û 42 jî dê û bav, 92 Filistînî kuşt."

Hat gotin di êrîşên artêşa Îsraîlê yên li Xezeyê da her roj ji heman malbatê herî kêm 2 kes hatin kuştin.

Hat diyarkirin ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê da her roj qeyda nifûsê ya 4 malbatan ji holê rabû û bi tenê yek ferdekî 8 malbatan sax ma.

Di êrîşên Îsraîlê yên ku ji 8ê Cotmeha 2023yan û vir va li Xeta Xezeyê dike da, heta niha 67 hezar û 160 Filistînî hatin kuştin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın