Dinya

Hikûmeta li Xezeyê: Li Nexweşxaneya Şifayê ji ber kêmasiya av û xwarinê însan benda mirinê ne

Murat Başoğlu, Halime Afra Aksoy  | 17.11.2023 - Rojanekırın : 18.11.2023
Hikûmeta li Xezeyê: Li Nexweşxaneya Şifayê ji ber kêmasiya av û xwarinê însan benda mirinê ne

Gazze

 Hikûmeta li Xezeyê daxuyand li Nexweşxaneya Şifayê ya ku Îsraîlê dorpêç kiriye ji 7 hezarî zêdetir kesên ji cî û warên xwe bûne û xwe spartine vir, nexweş û xebatkarên tenduristiyê ji ber kêmasiya av û xwarinê li ber mirinê ne.

Ofîsa medyayê ya hikûmetê daxuyaniyeke nivîskî weşand û der barê rewşa li Nexweşxaneya Şifayê da agahî da.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku li Nexweşxaneya Şifayê av, vexwarin û şîrê zarokan nemaye û wiha hat gotin: "Li Nexweşxaneya Şifayê ya ku 650 nexweş û qasî 7 hezar kesên ji cî û warên xwe bûne lê sitîrîne av û vexwarin tune."

- "Rewşa li Nexweşxaneya Şifayê pir bitalûke ye"

Hat daxuyandin ku hêzên Îsraîlê zirar dane hemû wesayîtên Nexweşxaneya Şifayê, rê li ber nexweş û xebatkarên tenduristiyê digirin ku ew dernekevin.

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Nexweş, xebatkarên tenduristiyê û kesên ji cî û warên xwe bûne yên li Nexweşxaneya Şifayê ji ber kêmasiya av û xwarinê li ber mirinê têdikoşin. Rewşa li Nexweşxaneya Şifayê pir bitalûke ye. Ji bo ku kesên ku li nexweşxaneyê bên xelaskirin em banga midaxaleya acil dikin."

Hişyarî hat dayîn û hat gotin ji ber tunebûna ceyranê û kuvozê gelek dergûşên zû hatine dinyayê dibe ku bimirin.

- Cinazeyan birin cihekî nayê ku zanîn

Hat gotin hêzên Îsraîlê Nexweşxaneya Şifayê wek cihekî eskerî bi kar tînin, erdê dikolin, kontrol dikin û cinazeyan jî dibin cihekî ku nayê zanîn.

Hat destnîşankirin Îsraîl dibêje li Nexweşxaneya Şifayê çek hene, lê tu kes ji vê çîrokê bawer nake, divê esker û tank ji nexweşxaneyê vekişin.

Bang li civaka navneteweyî hat kirin ku nexweşxane ji destê artêşa Îsraîlê bê xelaskirin û hat gotin nexweşxane saziyên alîkariyê ne û divê wek dika listikê ya operasyonên eskerî neyên bikaranîn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.