Hikûmeta li Xezeyê: Ji agirbesta 10ê Cotmehê û vir va bi tenê 986 TIRên alîkariyê gihîştin Xezeyê
Istanbul
Hikûmeta Xezeyê ragihand ku ji agirbesta 10ê Cotmehê ya di navbera Hemas û Îsraîlê da çêbû û vir va bi tenê 986 TIRên ku alîkariya mirovî lê barkirî derbasî Xezeyê bûn.
Ofîsa medyayê ya hikûmeta Xezeyê der barê alîkariya mirovî ya ku piştî agirbest û peymana pevguhertina dîlan a ku gihîştiye Xeta Xezeyê da daxuyanî da.
Di daxuyaniya nivîskî da hat destnîşankirin ji dema ku agirbest ketiye rewacê û vir va bi tevahî 986 TIRên alîkariya mirovî gihîştine Xezeyê ku jê 14 bi tupên mitbaxê û 28 jî sotemenî lê barkirî bûn.
Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Her çendî piştî agirbestê heta 20ê Cotmeha 2025an divê 6 hezar û 600 TIRên alîkariya mirovî bigihîştina jî, bi tenê 986 TIRên ku bi alîkariya mirovî barkirî gihîştin Xezeyê."
Di daxuyaniyê da hat gotin ji dema agirbest û peymana pevguhertina dîlan a di navbera Hemas û Îsraîlê da, rojane 89 TIRên alîkariya mirovî digihîjin Xezeyê.
Hat bibîrxistin ku li gorî peymana agirbestê, divê ev hejmar rojane 600 TIR bûbûya.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
