Hikûmeta li Xezeyê: Duh tenê 95 TIRên alîkariyê ketin Xeta Xezeyê

Istanbul
Hikûmeta li Xezeyê destnîşan kir ku duh tenê 95 TIRên alîkariyê ketin Xeta Xezeyê.
Di daxuyaniya nivîskî ya Nivîsgeha Medyayê ya Hikûmeta li Xezeyê da wiha hat gotin:
"Roja duşemê tenê 95 TIRên alîkariyê ketin Xeta Xezeyê. Beşeke mezin a van TIRan ji ber kaosa ewlekariyê ya ku dagirkeriya Îsraîlê bi qesdî belav kiribûn hatin şêlandin. Ev rewş beşek ji polîtikaya sîstematîk a endezyariya kaos û birçîhiştinê ye ku armanca wê lawazkirina hevgirtina civakê ye û şikandina berxwedana wê ye."
Di daxuyaniyê da "berdewamiya sûcê birçîhiştina sîstematîk, girtina deriyên sînor û astengkirina hatina alîkariyan" hat şermezarkirin û wiha hat gotin, "Li Xezeyê binesazî bi temamî rûxiyaye û qirkirin lê didome. Ji bo dabînkirina pêdiviyên herî kêm ên tenduristî, xwarin û xizmetguzariyên bingehîn, rojane herî kêm pêwîstî bi 600 TIRên alîkarî û sotemeniyê heye."
Di daxuyaniyê da tekezî hat kirin ku berpirsiyarê kûrtirkirina karesata mirovî ya ku bandorê li zêdetirî 2.4 milyon mirovên li Xeta Xezeyê dike, hêza dagirker Îsraîl û hevalbendên wê ne.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.