Muhammet Kurşun
27 Nîsan 2017•Rojanekirin: 27 Nîsan 2017
KABÎL
Serokê Hizba Îslamî ku yek ji grûbên çekdar e Xulbeddîn Hikmetyar, vegeriya Efxanistanê.
Berdevkê Hizba Îslamî Heşmetullah Erşed, daxuyanî da peyamnêrê AAyê û diyar kir ku Hikmetyar vegeriyaye Efxanistanê.
Erşed destnîşan kir ku Hikmetyar li wîlayeta Lexmanê ye û dê sibê bi merasimeke mezin digel xelkê bicive.
Erşed anî ziman ku dê Hikmetyar ji wir here Nangarharê û ji wir jî derbasî paytext Kabulê bibe.
Li gor peymana aştiyê Erşed ragihand ku dê endamên partiyê yên girtî bên berdan.
Di navbera Serokê Efxanistanê Eşref Xenî û Serokê Hizba Îslamî Hikmetyar de par peymana aştiyê hatibû îmzekirin.