Dinya

Hikûmeta Xezeyê: Îsraîlê 497 caran agirbest binpê kir û 342 Filistînî kuştin

Mohamed Majed, Ömer Erdem  | 23.11.2025 - Rojanekırın : 23.11.2025
Hikûmeta Xezeyê: Îsraîlê 497 caran agirbest binpê kir û 342 Filistînî kuştin

Gazze

Hikûmeta Xezeyê ragihand ku artêşa Îsraîlê agirbesta ku ji 10ê Cotmehê û vir va di warê cîbicîkirinê da ye 497 caran binpê kir û di encamê da 342 Filistînî kuştin.

Di daxuyaniya Ofîsa Çapemeniyê ya girêdayî hikûmetê da hat diyarkirin ku bi tenê di binpêkirinên duh da 24 kes hatin kuştin û 87 kes jî birîndar bûn.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku ji destpêka rêkeftinê û vir va bi tevahî 342 kes hatin kuştin, 875 kes birîndar bûn û 35 kes jî hatin binçavkirin.

Her wiha hat balkişandin ku binpêkirinên agirbestê, tê wateya binpêkirina bi awayekî giran a hiqûqa mirovî ya navneteweyî û Peymanên Cenevreyê.

Hikûmeta Xezeyê bal kişand ku berpirsiyariya bi temamî ya îxlalan a ji hêla însanî û ewlehiyê va di stûyê Îsraîlê da ye û her wiha ew hişyarî anî ziman ku heger ev êrîş bidomin, her cure hewldanên navneteweyî dê têk biçin.

Di daxuyaniyê da bang li Serokê Amerîkayê Donald Trump, welatên navbeynkar, garantorên peymanê û Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî hat kirin ku bi awayekî bilez bikevin liv û tevgerê û zextê li Îsraîlê bilin ku pabendî agirbestê be.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın