Dinya

Hikûmeta Sûriyeyê li Balafirgeha Qamişloyê ji bo amadehiyên dewrhildanê tedqîqat kirin

Ömer Koparan  | 08.02.2026 - Rojanekırın : 09.02.2026
Hikûmeta Sûriyeyê li Balafirgeha Qamişloyê ji bo amadehiyên dewrhildanê tedqîqat kirin

Haseke

Rayedarên hikûmeta Sûriyeyê li Balafirgeha Qamişloyê ku li bakurê rojhilata welêt dikeve nav sînorê bajarê Hesekê û di binê dagirkeriya rêxistina terorê YPGyê da ye, tedqîqat kirin.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji Wezareta Karên Navxweyî ya Sûriyeyê hat dayîn, ji hikûmetê heyetek danê êvarê bi unsûrên rêxistina terorê YPGyê ra çûn balafirgehê.

Rayedarên hikûmetê li balafirgeha ku Rûsyayê berê wekî baregeha eskerî bi kar dianî, tedqîqat kirin.

Li ser hesabên medyaya civakî ya Wezareta Karên Navxweyî wiha hat gotin, "Fermandarê Ewlehiya Navxweyî ya Walîtiya Hesekê Merwan Elî; Fermandarê Ewlehiya Sînor Ehmed el-Ehmed û Alîkarê Serokê Midûriya Giştî ya Hewageriyê Emced Nehhal di çarçoveya peymana navbera hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) da ji bo amadehiyên dewrhildanê li Balafirgeha Qamişloyê tedqîqat kirin."

Hikûmeta Sûriyeyê di çarçoveya peymana ku bi rêxistina terorê YPGyê ra îmze kir da berî niha li kampusa ewlehiyê ya li parêzgeha Hesekê û navçeya Qamişloyê bi cih bûbû, li navenda bajêr hin avahiyên dewletê jî ji rêxistinê dewr hildabûn.

Di çarçoveya peyamanê da tê payîn ku hikûmeta Sûriyeyê digel deriyên sînoran ên ku ji Tirkiye û Iraqê ra vedibin, qadên neftê yên Suweyda û Rumeylanê jî ji rêxistinê teslîm hilde.

Li gor peymana ku di navbera hikûmeta Sûriyeyê û rêxistina terorê YPGyê da di 2yê Sibatê da ket rewacê, divê rêxistin hemû avahiyên îdarî û eskerî, deriyên sînoran û qadên neftê yên ku dagir kirine, dewrî hikûmeta Sûriyeyê bike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.