Dinya

Hikûmeta Sûriyeyê barê 24 wesayîtan alîkarî şand Eynulerebê

Ömer Koparan  | 25.01.2026 - Rojanekırın : 25.01.2026
Hikûmeta Sûriyeyê barê 24 wesayîtan alîkarî şand Eynulerebê Nabiaha al Taha

Halab

 Hikûmeta Sûriyeyê ji Eynulereba ku di binê dagirkeriya YPGya rêxistina terorê da ye ra barê 24 wesayîtan alavên alîkariya însanî şand.

Di kordîneya Walîtiya Helebê da konvoyeke ku ji 24 wesayîtan pêk tê û tê da alavên alîkariya însanî yên Neteweyên Yekbûyî (NY) hene, ji Helebê bi rê ket.

Piştî ku agirbesta berwext a navbera artêşa Sûriyeyê û YPGya rêxistina terorê 15 roj hat dirêjkirin, di roja ewil a agirbestê da ji Eynulerebê ra alavên alîkariyê yên zivistanê hatin şandin.

Alîkarê Waliyê Helebê Ferhat Karto daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got, "Di kordîneya Walîtiya Helebê da me ji bo xwişk û birayên xwe, welatî û eqrebayên xwe yên Eynulerebê barê 24 wesayîtan alavên alîkariya zivistanê amade kir."

Karto daxuyand, di konvoya alîkariya însanî ya ji Helebê bi rê ket ku biçe Eynulerebê da xida, alavên paqijiyê, alavên dergûşan, ekîpmanên tibî û derman hene.

Artêşa Sûriyeyê daxuyandibû, ji bo sivîlên ku di binê dagirkeriya YPGya rêxistina terorê da ne, korîdora însanî wê were vekirin.

Wezareta Parastina Sûriyeyê diyar kiribû ku agirbesta bi YPGya rêxistina terorê ra ji 24ê Rêbendanê pê va ji bo 15 rojan hat dirêjkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın