Hikûmeta Filistînê ya li Xezeyê: Îdiaya Amerîkayê ya Hemas alîkariyan dişêlîne bêbingeh e
Gazze
Hikûmeta Filistînê ya li Xeta Xezeyê ragihand ku îdiayên Fermandariya Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) yên mensûbên Hemas li Xan Yûnisê alîkariyên mirovî dişêlînîn, "bêbingeh û kampanyayeke dezenformansyonê ya sîstematîk e."
Di daxuyaniya nivîskî ya Ofîsa Çapemeniyê ya Hikûmeta Xezeyê da îdiayên navborî hatin şermezarkirin û hat balkişandin ku armanc, têkbirina îtibara hêzên ewlekariyê yên Filistînê ye û wiha hat gotin:
"Polêsê Filistînê dema konvoyên alîkariyê parastin, zêdeyî 1000î şehîd dan û bi sedan kes jî birîndar bûn."
Di daxuyaniyê da her wiha hat balkişandin ku saziyên navneteweyî yên li Xezeyê gelek carî pesend kirin ku hêzên ewlekariyê yên Filistînê tevlî tu bûyereke şêlandinê nebûne û lewma jî îdiayên CENTCOMê "bêdelîl û nakok" in.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku bereksê agirbesta ku di 9ê Cotmehê da dest pê kir, Îsraîl êrîşên xwe didomîne û Amerîka jî li hemberî van îxlalan bêdeng dimîne. Her wiha bang li civaka navneteweyî hat kirin ku pabendbûna bi agirbestê bi Îsraîlê bidin ferzkirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
