Heyva Sor a Îranê: Hejmara hedefên sivîl ên ku di êrîşên DYA-Îsraîlê da zirar dîtin 110 hezar derbas kir
İran
Heyva Sor a Îranê ragihand ku di êrîşên DYA-Îsraîlê da di nava wan da xanî, kargeh û wesayit, 110 hezar û 570 hedefên sivîl zirar dîtine.
Heyva Sor a Îranê bîlançoya zirara ji ber êrîşên DYA û Îsraîlê yên dijî welêt, eşkere kir.
Li gorî wê 90 hezar û 63 xanî, 21 hezar û 59 kargeh, 760 navendên perwerdeyê û 18 navendên ser bi Heyva Sor bi giştî 113 hezar û 570 hedefên sivîl, di êrîşan da zirar dîtin.
Herwiha 3 heb helîkopterên alîkariyê jî di êrîşan da zirar dîtin.
- Êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên dijî Îranê
Dema ku pêvajoya mizakereyê di navbera Tehran û Washîngtonê da dewam dikir, Îsraîl û Amerîkayê di 28ê Sibatê da êrîşên eskerî birin ser Îranê.
Îranê jî tevî Îsraîlê, êrîşî baregehên DYAyê yên di serî da yên li welatên herêmê yên weke Qeter, Mîrektiyên Yekbûyî yên Erebî û Behreynê kir.
Di êrîşên DYA û Îranê da tevî Serokê Îranê Ayetullah Elî Xameneyî, gelek rayedarên payebilind hatin kuştin.
