Heyva Sor a Îranê: Di êrîşên Amerîka-Îsraîlê da 62 hezar û 440 avahî û 19 hezar û 187 xaniyên tîcarî zirar dîtin
İran
Serokê Heyva Sor a Îranê Pîr Huseyîn Kolîwend diyar kir ku di êrîşên ku Amerîka û Îsraîlê ji 28ê Sibatê vir va anîn ser welêt da 62 hezar û 440 avahî û 19 hezar û 187 xaniyên tîcarî zirar dîtin.
Li gor çapemeniya Îranê, Kolîwend der barê xesara ku di êrîşên Amerîka-Îsraîlê da çêbûn da daxuyanî da.
Kolîwend diyar kir ku di êrîşan da 17 navendên Heyva Sor û 3 firokeyên alîkariya acil bûn hedef, ji 28ê Sibatê heta niha li welêt 62 hezar û 440 avahî û 19 hezar û 187 xaniyên tîcarî zirar dîtin.
Kolîwend her wiha daxuyand ku 94 ambulans û wesayîtên alîkariyê jî rasterast bûn hedefa moşekan.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
