Heyva Sor a Îranê: Amerîka-Îsraîlê li eyaleta Farsê ambulansa birîndar tê da bûn kir armanc
Ankara
Heyva Sor a Îranê ragihand ku Amerîka-Îsraîlê di êrîşa xwe ya dijî eyaleta Farsê da ambulansa birîndar tê da bûn rasterast kir armanc.
Di daxuyaniya Heyva Sor a Îranê da wiha hat gotin, "Ji hêla rejimên Amerîka û Îsraîlê li herêma Larê ya eyaleta Farsê li dijî ambulanseke Heyva Sor a Îranê êrîşa asîmanî hat kirin."
Hat diyarkirin, ambulans dema birîndar vediguhestin rastî êrîşê hat û bi qasî ku di dîmenên weşandî da tê xuyan, ambulans di encama êrîşê da bi temamî şewitiye.
Serokê Heyva Sor a Îranê Pîr Huseyîn Qulîwend di daxuyaniya xwe da xemgîniya xwe ya ji ber êrîşa dijî ambulansê anî ziman û diyar kir ku ev çalakî, bi awayekî eşkere binpêkirina mafên mirovan û hiqûqa navneteweyî ye.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
