Dinya

Heyetên Hemas û Îsraîlê dê di 6ê cotmehê da li Misrê pevguherîna dîlan mizakere bike

Hussien Elkabany, Gülşen Topçu  | 05.10.2025 - Rojanekırın : 06.10.2025
Heyetên Hemas û Îsraîlê dê di 6ê cotmehê da li Misrê pevguherîna dîlan mizakere bike

Al Qahirah

Hat diyarkirin ku dê heyetên Hemas û Îsraîlê di çarçoveya plana Xezeyê ya Serokê Maerîkayê Donald Trump da di 6ê cotmehê da li Misrê pevguherîna dîlan mizakere bikin.

Piştî ku qenala Qahîre Newsê ya navend Misir e ragihand ku dê heyetên Hemas û Îsraîlê der barê pevguherîna dîlan da dest bi mizakereyên nerasterast bikin Wezareta Karên derva der barê mijarê da daxuyaniyeke fermî da.

Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku Misir dê bi navbeynkaran ra di nav kordînasyonê da û di çarçoveya dawîlêanîna şerê li Xeta Xezeyê da mazûvaniya mizakereyên heyetên Îsraîl û Hemasê bike.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku dê di mizakereyên ku dê di 6ê cotmehê bên kirin da di çarçoveya plana Trump da şertên pevguherîna dîlan û hûrgiliyên wê bên guftûgokirin, mizakere dê di çarçoveya zêdekirina lezîna navneteweyî û herêmî ya ku ji bo dawîlêanîna şerê li Xezeyê hat bidestxistin da dê bên kirin.

Di nûçeya qenala Qahîre Newsê da hatibû ragihandin ku dê mizakereyên nerasterast dê roja duşemê dest pê bikin û tê plankirin ku roja duşemê jî dewam bikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın