Dinya

Heyeta teknîkî ya Amerîkayî dê bê Tirkiyeyê

Sarp Özer  | 22.06.2021 - Rojanekırın : 23.06.2021
Heyeta teknîkî ya Amerîkayî dê bê Tirkiyeyê

Ankara

Tê pêşbînîkirin, heyeta tekînî ya ji Wezareta Parastina Amerîkayê dê roja pêncşemê were Tirkiyeyê ku li ser fealiyetên domandina xebata Balafirgeha Navneteweyî ya Kabulê ya Hamid Karzaî ya li Efxanistanê raweste.

Piştî ku NATOyê ragihand dê peywira Mîsyona Piştgiriyê ya Biryardar bi dawî bike, rewşa li Efxanistanê ket dirûvekî girîng.

Ji xeynî Zîrweya Serokan a NATOyê ku hefteya borî li Brukselê bi rê va çû, mijar di hevdîtina rûbirû ya Serokomar Recep Tayyip Erdogan û Serokê Amerîkayê Joe Biden da jî hat gotûbêjkirin.

Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên Wezareta Parastina Neteweyî hat wergirtin, tê pêşbînîkirin, di vê çarçoveyê da heyeteke tekînî ya ji Wezareta Parastina Amerîkayê dê roja pêncşemê were Tirkiyeyê ku li ser fealiyetên domandina karkirina Balafirgeha Navneteweyî ya Kabulê ya Hamîd Karzaî ya li Efxanistanê raweste. Tê texmînkirin, heyeta ku dê digel peywirdarên Wezareta Parastina Neteweyî rûnê, dê bi awayekî berfireh li ser mijarê rawestin.

Tirkiye di çarçoveya Mîsyona Piştgiriyê ya Biryardar a NATOyê da peywira kargeriya Balafirgeha Navneteweyî ya Kabulê ya Hamid Karzaî ya li Efxanistanê 6 sal e didomîne.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.