Heyeta mizakereyê ya Îsraîlê ji bo der barê pêşniyaza agirbesta li Xezeyê da hevdîtin bike diçe Dohayê

Quds
Hat ragihandin ku Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu biryar da ku ji bo mizakereyên agirbestê yên bi Hemasê ra heyetê bişîne Dohaya paytextê Qeterê.
Rayedarekî payebilind ji çapemeniya Îsraîlê got ku hikûmet ji bo mizakereyên nerasterast ên der barê pêşniyaza peymana pevguherîna êsîran û agirbesta li Xezeyê ya ku Amerîkayê pêşniyaz kir dê heyetekî bişîne.
Di nûçeya The Jerusalem Postê da hat ragihandin dibe ku heyeta Îsraîlê îşev yan jî sibê derkeve rê.
Di nûçeya rojnameya Haaretzê da jî hat ragihandin ku li Îsraîlê îşev dê ji bo nirxandina pêşniyaza agirbesta ku Amerîkayê pêşkêşî aliyan kir dê kabîneya ewlehiyê bicive.
Hat ragihandin ku di civînê da dê "bersiva erênî" ya ku Hemasê duh der barê pêşniyaza agirbestê da ragihand navbeynkaran bê guftûgokirin.