Heyeta Amerîkayê li Sûriyeyê li Dêr Hafira bin dagiriya YPG/HSDyê da ye
Hat ragihandin ku heta ku heyeta Amerîkayê ji herêmê veqete dê artêşa Sûriyeyê dijî kozikên rêxistinê yên li Dêr Hafirê tu operasyonên eskerî neke
Halab
Hat ragihandin ku heyeteke Amerîkayê gihaşt li herêma Dêr Hafirê ya li Sûriyeyê ya di bin dagiriya YPG/HSDyê rêxistina terorê da.
Li gor agahiyên nûçegihanê Ajansa Anadoluyê (AA) bi dest xist heta ku heyeta Amerîkayê ji herêmê veqete dê artêşa Sûriyeyê dijî kozikên rêxistinê yên li Dêr Hafirê tu operasyonên eskerî neke.
Artêşa Sûriyeyê ji bo ku sivîl bi awayekî ewle ji herêma di bin dagiriya da bên texliyekirin duh korîdora însanî ava kiribû. Hatibû ragihandin ku maweya korîdora însanî ya ku ji bo derketina sivîlan hat avakirin hat dirêjkirin, rê îro jî dê di navbera saet 09.00-17.00an da vekirî bimîne.
YPG/HSDya rêxistina terorê jî bi zora çekan hewl dide ku pêşî li sivîlên dixwazin ji herêmê veqetin bigire.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
