04 Hezîran 2016•Rojanekirin: 04 Hezîran 2016
HANOÎ
Mustafa Ozkayayê Arîkarê Midûrê Giştî yê Anadolu Agencyê (AA) bi Nguyen Minh Hongê Wezîrê Têkilî û Enformasyonê yê Vîetnamê re hevdîtin kir.
Di hevdîtina ku Le Duy Truyenê Arîkarê Midûrê Giştî yê Ajansa Nûçeyan a Vîetnamê (VNA) jî beşdar bû de Ozkaya der heqê herêma Asya Pasîfîkê ya di çarçoveya rêxistinbûna global a AAyê de agahî da.
Ozkaya diyar kir ku bi peymana hevkariyê ya AA-VNAyê her du welêt jî dê bikarin nûçeyên rast û ewledar ên der heqê Tirkiye-Vîetnamê de ne ji perspektîf û ajansên din, rasterast ji çavkaniyên herêmî û xwemalî bi dest bixin û bigihînin aboneyên xwe.
Mustafa Ozkaya da zanîn ku digel VNAyê televîzyon û rojnameyên neteweyî yên li welêt ziyaret kirin û nêrînên xwe bi hev re parve kirin û her wiha bi van saziyan re jî li ser rêyên hevkariyê hevdîtin kirin.
Ozkaya got ku li serê li hev kirin ku hevkariya di warê çapemeniyê ya her du welatan bê berfirehkirin û di qadên wekî Akademiya Nûçeyan a AAyê û nûçegihaniya şer jî bikevinê, ji bo ku têkiliyên ku ji aliyê aborî ve gelekî pêş dikevin bêtir bên pêşxistin peymana nav ajansan dê piştgirî bide.
Ozkayayê Arîkarê Midûrê Giştî yê AAyê da zanîn wisa bawer dikin ku dê seferên rasterast ên THYyê yên ser Hanoiyê yên ku dê di demek kurt de dest pê bikin jî piştgirî bidin pêşxistina van têkiliyan û da zanîn ku li hev dikin ku hevkariya di navbera AA-VNAyê de di mijarên wekî perwerdeya rojnamevanan û guherîna rojnamevanan de bê pêşxistin.
Hong jî diyar kir ku ji ber hevkariya di navbera AA û VNAyê de kêfxweş in û qal kir ku bi peymanên bi vî awayî welatên wekî Vîetnam û Tirkiyeyê yên ku ji aliyê erdnîgariyê ve nêzî hev in bi saya qada ragihînê nêzî hev dibin.
Hong destnîşan kir ku peyman dê piştgirî bide pêşketina têkiliyên her du welatan û diyar kir ku li bendê ne ku AA li Vîetnamê jî ofîs veke.