Heyetên Lîbyayî civînên xwe yên şewrê wê li Misrê bidomînin

Istanbul
Heyeta Konseya Dewletê ya Lîbyayê û Meclisa Nûneran a mitefîqê siyasî ya Xelîfe Hefter a li Tobrukê li Qahireya paytextê Misrê civîna şêwrê ya qanûna bîngehîn kirin û biryar dan ku vê civînê bidomînin.
Piyê ewil a civînan bi serkêşiya Neteweyên Yekbûyî (NY) di 11ê cotmehê da li Qahireyê dest pê kiribû ku civîn şev dereng qediya.
Di danezana civînê da hat gotin herdu alî li ser pêşnûmaya qanûna bingehîn ya niha axivîn û ji bo ku li ser vê referandum bê kirin nîqaş kirin. Aliyan li hev kir ku heyama derbasbûnê divê êdî dawî bibe û diyalog dewam bikin.
Hat gotin ji bo piyê duyem a mizakereyan dîsa li Misrê dewam bike aliyan li hev kir.
Merasima vekirina civînên mizakereyan roja yekşemê li Misrê çêbûbû. Midûrê Giştî yê Îstixbaratê Ebas Kamil di merasimê da axivîbû û bangî aliyan kiribû ku dev ji dubendiyê berdin.
Cîgira Nûnerê Taybet yê Lîbyayê yê Sekreterê Giştî yê NYyê Stephanie Williamsê jî di civînê da gotibû divê li Lîbyayê qanûna bingehîn a rastîn û berfireh çêbibe.
Beriya civînên li Qahireyê heyet di navbera 6 û 10ê îlonê da li Buznikaya bajarê Fasê hatibûn bal hevdu.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.