Hevdîtinên ku li Umanê di navbera Îran û Amerîkayê da hatin kirin bi dawî bûn
- Aliyan hê der barê encama hevdîtinan da daxuyanî neda
Ankara
Hevdîtinên nerasterast ên ku li Umanê di navbera Îran û Amerîkayê da dihat kirin bi dawî bûn.
Li gor televîzyona dewletê ya Îranê hevdîtinên Îran-Amerîkayê yên ku li Masqata paytextê Umanê bi saeta Tirkiyeyê di saet 11.00an da dest pê kirin bi dawî bûn, heyeta mizakereyê ya Îranî vegeriya avahiyên xwe.
Nûçegihanê televîzyona dewletê ya Îranê ragihand ku Berdevkê Wezareta Karên Derva ya Îranê Îsmaîl Beqayî da zanîn ku hevdîtin "ji bo niha" qediyan û tê payîn ku heyetên herdu welatan vegerin welatên xwe.
Aliyan hê der barê encama hevdîtinan da daxuyanî nedan.
Di mizakereyan da Wezîrê Karên Derva yê Îranê Ebas Eraqçî Îranê temsîl kir, Steve Wîtkoffê Nûnerê Taybet ê Rojhilata Navîn ê Donald Trumpê Serokê Amerîkayê jî Amerîkayê tesmîl kir. Jared Kushnerê zava û şêwirmendê Trump û Brad Cooperê Fermandarê Fermandariya Hêzên Navendî ta Amerîkayê (CENTCOM) jî di hevdîtinan da cî girtin.
Alîkarê Wezîrê Karên Derva yê ji Karên Siyasî Berpirsyar ê Îranê Mecîd Teht Rewançî, Alîkarê Wezîrê Karên Derva yê ji Karên Aborî berpirsyar Hemdî Kanberî û Alîkarê Wezîrê Karên Derva yê ji Karên Hiqûqê Berpirsyar Kazim Xerîbadî jî di hevdîtinan da amade bûn.
Wezîrê Karên Derva yê Umanê Hamed el-Busaîdî navbeynkariya peyamên di navbera Eraqçî û Wîtkoff da kir.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
