Hevdîtina Trump û Putîn ya li Alaskaya eyaleta Amerîkayê qediya

Ankara
Hevdîtina Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putîn ya li Alaskaya eyaleta Amerîkayê qediya.
Trump û Putîn tevî heyetên bi wan ra li Anchorageya bajarê Alaskayê civiyan.
Hevdîtin bi mijara "Li Pey Aştiyê" hat kirin û agirbesta di navbera Rûsya û Ukraynayê da û têkiliyên herdu dewletan hatin gotûbêjkirin.
Hevdîtinê bi qasî 3 saetan dewam kir.
Di hevdîtinê da tevî Trump, Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Marco Rubîo û Nûnerê Taybet yê Rojhilata Navîn Steve Wîtkoff amade bûn û bi Putîn ra jî Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Şêwrimendê Polîtîkaya Derva yê Kremlînê Yuriy Uşakov hazir bûn.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.